Here naverokê

Başûrê Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Kurdistan (cudakirin) binêre.
Başûrê Kurdistanê
Sînorê fermî ê Başûrê Kurdistanê îro û herêmên Kurdistanê ên derveyî desthilatiya kurdî
Başûrê Kurdistanê li gor Otonomiya 1970'î

Başûrê Kurdistanê[1][2][3][4] yek ji perçeyên Kurdistanê ye ku di nav sinorên dewleta Îraqê de ye ku piştî şerê cîhanî yê yekem hatiye damezrandin. Nifûsa herêmê piranî ji kurdan pêk tê. Başûrê Kurdistanê ji aliyê pirneteweyî û pirolî ve ji herêmên din yên Îraqê cuda ye ku li vê beşa Kurdistanê ji xeynî kurdan, ereb, tirkmen û asûrî jî hene. Di heman demê de piraniya rûniştvanên herêma Başûrê Kurdistanê misilman in lê kes ên xwedî baweriyên cûda yên wekê xiristiyan (mesîhî) û êzidî jî tê de hene. Bajarên sereke yên Başûrê Kurdistanê bajarên Hewlêr, Silêmanî, Mûsil, Kerkûk, Duhok, Xaneqîn û Zaxo ye.

Başûrê Kurdistanê yek ji çar parçeyên Kurdistan a mezin e ku li herêma Rojavayê Asyayê cih digire ku bi Başûrê Kurdistanê re beşên din ên Kurdistanê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê vedihewîne.[5]

Tê texmîn kirin ku koka navê Kurd ji peyva sumerî ya kar-da hatiye. Paşgira -stan peyveke îranî ya herêmê ye. Wateyê navê Kurdistanê ji du peyvên hevgirtî yên kurd û istan pêk tê wateya "Welatê Kurdan".

Navê herêma Başûrê Kurdistanê naveke erdnîgarî ye ku perçeya îro ya herî li başûrê Kurdistanê diyar dike.

Başûrê Kurdistana bi giranî herêmeke çiyayî ye ku xala herî bilindê herêmê bi bilindahiya 3.611 mêtre lûtkeya Çixî Derê ye. Çiyayên din ên Başûrê Kurdistanê ji çiyayên Zagros, Çiyayê Şengalê, Çiyayê Hemrînê, Çiyayê Nisir û ji Çiyayên Qendîlê pêk tê. Çemên wekê Çemê Zapa Mezin û Çemê Zapa Biçûk li herêmê ye ku ber bi rojhilat û rojava be diherikin. Çemê Dîcleyê ye ku ji Bakurê Kurdistanê derdikeve ber bi başûr ve diherike û derbasê Başûrê Kurdistanê dibe.

Xwezaya çiyayî ya Başûrê Kurdistanê li gorî herem ên jêrîn ên Başûrê Kurdistanê xwedî avhewayeke hênik û xwedî erdnigariyeke bi çem û av e ku di meh ên havînan de dibe ciheke geştiyarî. Gola herî mezin ê Başûrê Kurdistanê gola Bendava Dûkanê ye ku goleke çêkirî yê herêmê ye. Herêmên rojavayî yên Başûrê Kurdistanê wekî herêmên rojhilatî çiyayî nînin.

Ji ber berfirehî û bilindahî yên Başûrê Kurdistanê ji avhewaya herêmê li gorî herêmên din ên derdorê sartir û pir şiltir e. Piraniya deverên li herêmê dikevin nav devera avhewa ya Deryaya Navîn (Csa) ku yek ji deverên li başûrê rojavayê avhewaya nîv-ziwa (BSh) ye.

Germahiya navînî ya havînê li herêmên herî bakur ên sartir ji 35 °C heya 40 °C ber bi herêmên başûrê rojava diguhere. Di mehên havînan de germa herî nizm a Başûrê Kurdistanê li dora 21 °C heya 24 °C ê diguhere. Di mehên zivistanan de jî germahiya navînî di navbera 9 °C û 11 °C ê de ye. Li hinek deverên sar ên Başûrê Kurdistanê di mehên zivistanan de germahî ji 3 °C heya −2 °C ê dadikeve.

Bajarên sar ê herêmê Soran, Şeqlawa û Helebce di mehên zivistanê de di binê 0 °C de ne. Dihok di mehên havînan de germahiya navînî digihîje 42 °C ê. Barîna baranê ya salane li seranserê Başûrê Kurdistanê cuda ye ku li hinek cihan baran ji 500 mîlîmetre bigire (li herêma Hewlêrê) û heya 900 mîlîmetreyê baran dibarin (li deverên mîna Amediyê). Piraniya baranan di mehên zivistanan û biharê de dibarin ku bi gelemperî baranên giran in. Havîn û destpêka payîzê baran kêm in û mehên biharan jî pir hênik derbas dibin. Di havînê de li hinek deveran derengiya demsalî çêdibe ku germahiya hewayê li dora mehên tebax û îlonê de zêde dibin.

Serdema kevnare

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di demên pêşdîrokê de li herêmê çandeke Neandertalan li Şikefta Şanidarê hatiye dîtin. Herêm 7000 salê b.z. de malavaniya çanda çermo kiriye. Cihê herî kevnar ê neolîtîk a li Kurdistanê li Hasuna ye ku navenda Çanda Hasunayê ye.

Di Serdema Bronz a Destpêk û Serdema Bronz a Navîn de herêm ji aliyê erdnîgarî ve wekî Subartu dihat zanîn ku li herêma Başûrê Kurdistanê sûbariyan ku bi zimanê hûrî diaxivin û di heman demê de li gel sûbariyan Gutî û lulubiyan jî li herêmê jiyan kirine. Di sala 2200 b.z. de herêm ji aliyê Naram-Sin ê akadî ve hatiye zeft kirin û di sala 2150 b.z. de dikeve bin desthilatdariya gûtiyan.[6][7] Bajarên sereke yên herêmê ku di nivîsarên vê serdemê de hatine tespîtkirin Mardaman, Azuhinum, Nînet (Nînewa), Arrapha, Urbilum û Kurda ne.[8][9]

ji xeynî du dehsalan di sedsala 18ê b.z. de dema ku ji aliyê Amorî Shamshi Adad ve hatiye dagir kirin û beşdarî axa Padîşahiya Qiraliyeta Mezopotamyaya Jorîn hatiye kirin,[10][11] di destpêka hezarsala 2an de herêm ji aliyê Padîşahiya Kurda ve hatiye rêvebirin.[12][13] Berê zayînê di sala 1760an de, Padîşahiya Kurda di dema şerê Babîl-Elam de rastî êrişa Elam û Eşnunna hatiye û padîşah di dawiyê de bûye alîgirê Marî û Babîlê.[14][15]

Di sedsala 16an ê b.z. de mîtaniyan herêm xistini nava împeratoriya xwe ya hûrî. Piştî rûxandina Împeratoriya Mîtanniyan ku ji aliyê hîtîtan ve hatiye rûxandin, di navbera sedsala 14 û 13 b.z. de herêm gav bi gav ji aliyê suryaniyan ve hatiye desteserkirin.[16] Tukulti-Ninurta I di sedsala 13 b.z. de tevahiya herêmê digire û yek ji fermandarên xwe wek parêzgerê gund û bajarên Kurda destnîşan dike. Divê heyamê de Kurda dibe parêzgeheke biçûk ku navenda parêzgehê li derdorê Şengal a îro bû.[17][18][19] Navê Hewlêrê bi akadî dibe Arba-ilu û di dema Împeratoriya Neo-Asûriyan de bajar bi dîndariya xwe ya taybet a Îştar hatiye naskirin. Herêm di destpêka hezarsala 1em a b.z. de bi qismî di bin desthilatdariya ûrartûyan û padîşahiya Musair de bû. Di dema ûrartûyan de navçeya Rewandizê ya îro dibe navendeke dînê.

Medî di sedsala 7ê b.z. de herêm bi dest dixin. Piştre herêm dikeve bin desthilatdariya axamenişiyan û di nava satrapiya Medyayê de dimîne.[20]

Dema ku Ksenefon di sedsala 4ê b.z. de derbasî herêmê bûye, medî li herêmê jiyan kirine. Di sala 332 ê b.z. de herêm dikeve destê Îskenderê Makedonî û piştre ji aliyê Împeratoriya Selûkîd a Yewnanî ve heta nîvê sedsala duyem ê b.z. de dema ku împeratorî ketiye destê Mithridates I yê Parthiya herêm hatiye birêvebirin. Di çar sedsalên serdema Parthiyan de (ji 247 ê b.z. heya 226 p.z.) Başûrê Kurdistanê ji aliyê mîrekiyên nîvserbixwe yên Barzan û Şarezûr ve hatiye birêvebirin. Di navbera sedsalên 3 û 4an de herêm ji hêla sasaniyan ve hatiye birêvebirin heya ku di sala 380an de bi Împeratoriya Sasaniyan ve hatiye girêdan û navê herêmê wekî Nodshēragān hatiye guhertin. Di navbera sedsalên 1 û 5an de baweriya xirîstiyaniyê hêdî hêdî ber belav dibe û Hewlêr dibe metropola Dêra Rojhilatê Hedhyab û li bajêr çend metran ên bi navên Marga, Beth Garmai, Beth Qardu, Beth MahQard, Beth BihQard, Beth Nuhadra û Şehr-Qard hatiye damezrandin.

Di nîveka sedsala 7an a p.z. de dema ku hêzên dagirker Împeratoriya Sasaniyan têk dibin herêm ji aliyê misilmanên ereb ve hatiye dagirkirin. Piştî ku ji bo dagirkirina herêmê ereban li Mûsil û Tikrîtê li dijî kurdan şer kirin ku bajarên wekî Tîkrît, Mûsil û Hewlêr jî ji aliyê Utba îbn Ferqad têne dagirkirin û di sala 641an de tevahiya Başûrê Kurdistanê ji aliyê ereban ve tê dagirkirin.[21][22] Berê ku herêm ji aliyê ereban ve hatiye dagirkirin û bibe beşek ji mîrnişînên îranî, ji aliyê komên tirkî û mongolan ve hatibû dagirkirin.

Di destpêka sedsala 16an de hemî deverên Başûrê Kurdistanê derbasî rêveberiya Safewiyên Îranê dibe.

Di navbera sedsalên 16 û 17an de Başûrê Kurdistanê (berê sê mîrekiyên wekê Baban, Badînan û Soran dihatin birêve birin) bi berdewamî di navbera hevrikên wekê sefewî û osmaniyan de derbas dibûn û dihatin heya ku osmaniyan ji nîveka sedsala 17an bi Şerê Osmanî-Sefewî (1623-1639) û Peymana Zuhabê ya ku di encamê de pêk hatibû, Başûrê Kurdistanê ji aliyê osmaniyan ve hatibû dagirkirin.

Di Şerê Cîhanê yê Yekem de bi Peymana Sykes-Picotê Asyaya Rojava tê parçe kirin. Peymana Sêvrê ku nekeve meriyetê û Peymana Lozanê ku li cihê peymanê derketibû, dibe sedema perçebûna Kurdistanê û sedema damezrandina dewletên neteweperestên wekê Tirkiye, Suriyê û Iraqê ku li ser beşên Kurdistanê têne damezrandin.

Di sala 1930an de, piştî ragihandina qebûlkirina Iraqê ya ji bo Cemiyeta Miletan Şêx Mehmûdê Berzencî serhildana sêyem dide destpêkirin ku ev ser hildan bi hêzên hewayî û bejayî yên Brîtanyayê hatiye tepisandin.[23][24]

Di sala 1927an de eşîra berzaniyan piştgiriya Kurdan li Başûrê Kurdistanê werdigire. Di sala 1929an de Berzanî daxwaza avakirina parêzgeheke kurdî li Başûrê Kurdistanê dike. Di sala 1931ê de navdarên Kurd bi van daxwazan cesaret digirin û daxwaz ji Cemiyeta Miletan kirin ku hikûmeteke serbixwe ya kurdî ava bikin. Di dawiya sala 1931ê de, Ehmed Barzanî serhildaneke kurdî li dijî Iraqê dide destpêkirin. Her çiqas serhildan di nava çend mehan de têk here jî bi vê gavê di têkoşîna kurdan de girîngiyeke mezin bi dest dixe û rê li ber serhildana kurd a navdar wekê serhildana Mistefa Berzanî avakir.

Piştê Şerê Cîhanê yê Duyem de li gel valahiya desthilatê li Iraqê eşîrên kurdan di bin serokatiya Mistefa Berzanî de serhildanek li Başûrê Kurdistanê dide destpêkirin û bi awayekî bi bandor heya sala 1945an herêmên kurdî yên Başûrê Kurdistanê bi dest xistin. Piştî sala 1945an Iraq careke din êrîşî kurdan dike û bi alîkarîya Birîtanyayê Başûrê Kurdistanê dagir dike. Di bin zexta hikûmeta Iraqê û Brîtanyayê de, serokê herî bibandor ê eşîrê Mistefa Barzanî di sala 1945an de neçar dimîne ku sirgûnê Îranê bibe. Mistefa Barzanî piştre di sala 1946an de piştî hilweşîna Komara Mahabadê derbasî Yekîtiya Sovyetê bûye.[25][26]

Yekem şerê Kurdan û Iraqê 1960–1970

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Serhildana Kurdan (Hezîrana sala 1932an).

Piştî derbeya leşkerî ya neteweperestên ereb ku di 14ê tîrmeha sala 1958an de pêk hatiye, Mistefa Barzanî ji aliyê Ebdulkerîm Qasim ve hatiye vexwendin ku ji sirgûnê vegere. Di çarçoveya rêkevtina di navbera Qasim û Barzanî de, Qasim soz dabû ku di berdêla piştevaniya Barzanî ji bo siyaseta wî otonomiya herêmî (xweseriya herêmî) bide kurdên Başûrê Kurdistanê. Destûra Demkî ya Iraqê destnîşan kiribû ku Iraq di nav cîhana erebî de ye lê kurd di nav dewleta Iraqê de wekê şirîk têne dîtin û li ser nişana Iraqê ji xeynî şûrê erebî xencereke kurdî jî di nav de bû. Di heman demê de di navbera salên 1959 û 1960am de Mistefa Barzanî dibe serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku PDK di sala 1960an de statûya qanûnî werdigire.

Di destpêka sala 1960an de diyar dibe ku Qasim hewl dide ku sozê xwe yê xweseriya herêmî bi cih neyîne. Di encamê de PDKê ji bo xweseriya herêmî dest bi propagandayan dike. Li hember mezinbûna nerazîbûnên Kurdan û her weha hêza şexsî ya Barzanî, Qasim dest bi navtêdana hevrikên dîrokî yên Barzanî, êlên Bradost û Zêbarî kir ku di tevahiya salên 1960an û destpêka sala 1961ê de dibe sedema şerê di navbera eşîrên kurdan. Li ser vê yekê Barzanî ferman dide hêzên xwe ku karbidestên hikûmetê ji hemî Kurdistanê derxînin. Ji bo careke din dîsa dagirkirina Başûrê Kurdistanê Qasim dest bi amadekariya êrîşeke leşkerî li dijî kurdan dike. Di vê navberê de di hezîrana sala 1961ê de PDK ultîmatomeke berfireh ji Qasim re da û gazinên kurdan diyar kir û daxwaz dike ku zimanê kurdî li herêmên piraniya kurdan bibe zimanê fermî. Lê Qasim guh neda daxwazên kurdan û plansaziya xwe ya şerê li dijî kurdan berdewam dike.

Hêj di 10ê îlonê de dema ku komeke artêşa Iraqê ket kemîna komek ji kurdan, li dijî Iraqê rasterast serhildana kurdan dest pê kir. Piştê vê serhildanê Qasim bi tundî dest bi êrîşên li dijî kurdan kir û ferman da hêzên esmanî yên Iraqê ku bi awayekî bêserûber gundên kurdan bombebaran bikin. Ji ber bê baweriya kûr a Qasim ji bo Artêşa Iraqê hukûmeta Qasim nekarî serhildana li dijî dagirkirina Başûrê Kurdistanê bişkîne. Ev xitimandin aliyên hêzdar ên di nava artêşa Iraqê de aciz dike û tê gotin ku ev yek ji sedemên sereke ye ku piştê derbeya baas bûye sedema derbeyekê din ku li dijî Qasim di sibata sala 1963an pêk hatiye. Di meha mijdara sala 1963an de piştî şerekî giran di ku nav baskên sivîl û leşkerî yên baasiyan de diqewime Qasim ji aliyê Ebdulselam Arif ve bi derbeyekê ji hikûmetê hatiye dûrxistin. Paşê piştî êrîşeke din ê têkçûyî Arif di sibata sala 1964an de agirbestekê ragihand ku ev yek dibe sedema dubendîyeke di navbera radîkalên bajarî yên Kurd û Hêzên Pêşmerge (Şervanên Azadî) yên bi serokatiya Barzanî.

Mistefa Barzanî bi ser agirbestê razî dibe û radîkalên ji partiya PDKê dûr dixe. Piştî mirina neçaverêkirî ya Arif ku li cihê wî birayê wî Ebdulrehman Arif hate cihê wî, hikûmeta Iraqê ji bo têkbirina Kurdan dest bi hewleke dawîn dike. Dema ku hêzên kurdan di Şerê Çiyayê Hendrînê, li nêzîkî navçeya Rewandizê, artêşa Iraqê bi temamî têk dibe ev hewlên têkbirina kurdan di meha gulana sala 1966an de têk diçe. Tê texmînkirin ku di vî şerî de bi sedan leşkerên artêşa Iraqê hatine kuştin. Rehman Arif bi zanîna bêwatebûna vê kampanyayê, di hezîrana sala 1966an de bernameyeke aştiyê ya ku ji 12 xalan pêk tê ragihand ku ji ber rûxandina hikûmeta Rehman Arif a di derbeya sala 1968an de ji aliyê Partiya Baasê ve nehatiye cîbicîkirin.

Hikûmeta Baasê ji bo bidawîkirina serhildana kurdan ku di sala 1969an de rawestiyabû dest bi kampanyayekê nû dike. Ev jî dibe sedema şerê desthilatdariya navxweyî ya li Bexdayê û aloziyên bi Îranê re. Herwiha Yekîtiya Sovyetê zext li Iraqiyan kir ku bi Barzanî re li hev bikin. Di meha adara sala 1970an de planek aşitiyê hatiye ragihandin û ji bo kurdan otonomiyeke berfirehtir hatiye dayîn. Di vê planê de nûnertiya kurdan di saziyên hikûmetê de jî hatiye dayîn ku di nava 4 salan de were bicihanîn. Tevî vê yekê hikûmeta Iraqê di heman serdemê de dest bi bernameya erebkirina herêmên dewlemend ên petrolê Kerkûk û Xaneqînê dike.

Di salên paşerojê de hikûmeta Bexdayê nakokiyên xwe yên navxweyî derbas dike û di nîsana sala 1972an de bi Yekîtiya Sovyetê re peymanek dostaniyê îmze dike û îzolasyona xwe ya di nav cîhana erebî de bidawî dike. Ji aliyê din ve Kurd girêdayî piştgiriya leşkerî ya Îranê dimînin û ji bo bihêzkirina hêzên xwe yên leşkerî nekarîn tişteke bikin.

Peymana Cezayîrê ya Şerê Duyemîn ê Şerê Kurd û Iraqê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Ali, Othman (çiriya pêşîn 1997). "Southern Kurdistan during the last phase of Ottoman control: 1839–1914". Journal of Muslim Minority Affairs. 17 (2): 283–291. doi:10.1080/13602009708716377.
  2. ^ "مێژوو "وارماوا" لە کوردستان". Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2019.[girêdan daimî miriye]
  3. ^ "عێراقی دوای سەددام و چارەنووسی باشووری کوردستان". Lund University Publications. 2008.
  4. ^ "Ala û sirûda netewiya Kurdistanê". Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2019.
  5. ^ "Kurden heute - Fadel Khalil - Google Books". web.archive.org. 3 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ Black, Jeremy (2001). "Amethysts". Iraq. 63: 183. doi:10.2307/4200510. ISSN 0021-0889.
  7. ^ Liverani, Mario (1993). Akkad: The First World Empire : Structure, Ideology, Traditions (bi îngilîzî). Sargon. ISBN 978-88-11-20468-8.
  8. ^ Radner, Karen; Moeller, Nadine; Potts, Daniel T. (2020). The Oxford History of the Ancient Near East (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-068785-4.
  9. ^ "Urkesh and the Hurrians: Studies in Honor of Lloyd Cotsen - Lloyd E. Cotsen - Google Books". web.archive.org. 3 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "Altorientalische Forschungen - Google Books". web.archive.org. 3 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ Caubet, Annie; Pouyssegur, Patrick; Snowdon, Peter (1998). The Ancient Near East: The Origins of Civilization (bi îngilîzî). Terrail. ISBN 978-2-87939-152-6.
  12. ^ Heimpel, Wolfgang (2003). Letters to the King of Mari: A New Translation, with Historical Introduction, Notes, and Commentary (bi îngilîzî). Eisenbrauns. ISBN 978-1-57506-080-4.
  13. ^ Gordon, Cyrus Herzl; Rendsburg, Gary; Winter, Nathan H. (1 kanûna paşîn 1987). Eblaitica: (bi îngilîzî). Eisenbrauns. ISBN 978-1-57506-060-6.
  14. ^ Mieroop, Marc Van De (30 nîsan 2008). King Hammurabi of Babylon: A Biography (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. ISBN 978-0-470-69534-0.
  15. ^ Ross, James F. (1970). "Prophecy in Hamath, Israel, and Mari". Harvard Theological Review (bi îngilîzî). 63 (1): 1–28. doi:10.1017/S0017816000004004. ISSN 1475-4517.
  16. ^ Düring, Bleda S. (30 kanûna paşîn 2020). The Imperialisation of Assyria: An Archaeological Approach (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-108-47874-8.
  17. ^ Valk, Jonathan (2018). Assyrian Collective Identity in the Second Millennium BCE: A Social Categories Approach (Thesis thesis) (bi îngilîziya amerîkî).
  18. ^ Bonatz, Dominik (1 nîsan 2014). The Archaeology of Political Spaces: The Upper Mesopotamian Piedmont in the Second Millennium BCE (bi îngilîzî). Walter de Gruyter. ISBN 978-3-11-026640-5.
  19. ^ "SMEA - Google Books". web.archive.org. 3 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  20. ^ Vogelsang, W.J. (1 kanûna paşîn 1989). The Achaemenid Dynasty in the Early Period. BRILL. rr. 1–9. ISBN 978-90-04-66763-1.
  21. ^ Morony, Michael G. (2005). Iraq after the Muslim conquest (Çapa 1). Piscataway, NJ: Gorgias Press. ISBN 978-1-59333-315-7.
  22. ^ Itk - Kwatta. E. J. Brill's first encyclopaedia of Islam : 1913 - 1936 (Çapa Reprint). Leiden: Brill. 1993. ISBN 978-90-04-09790-2.
  23. ^ Dahlman, Carl (2002). "The Political Geography of Kurdistan". Eurasian Geography and Economics (bi îngilîzî). 43 (4): 271–299. doi:10.2747/1538-7216.43.4.271. ISSN 1538-7216.
  24. ^ Eskander, Saad (2000). "Britain's Policy in Southern Kurdistan: The Formation and the Termination of the First Kurdish Government, 1918–1919". British Journal of Middle Eastern Studies (bi îngilîzî). 27 (2): 139–163. doi:10.1080/13530190020000501. ISSN 1353-0194.
  25. ^ Harris, George S. (1977). "Ethnic Conflict and the Kurds". The ANNALS of the American Academy of Political and Social Science (bi îngilîzî). 433 (1): 112–124. doi:10.1177/000271627743300111. ISSN 0002-7162.
  26. ^ Kelly, Michael J. (30 çiriya pêşîn 2008). Ghosts of Halabja: Saddam Hussein and the Kurdish Genocide: Saddam Hussein and the Kurdish Genocide (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-0-313-08378-5.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wîkîferheng Wîkîferheng: Başûrê Kurdistanê – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir